“PDK’ê baş dizane ku ji hewayî ve li Pêşmergeyan hatiye xistin”

Yek ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn Awat Qehremanî û siyasetmedar Yasîn Elî derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kirin ku dewleta Tirk pêşmergeyan dikin hedef.
Bang li PDK’ê hat kirin ku nebe sedema şerekî di navbera Kurdan. Her wiha bang li hêzên siyasî jî kirin ku li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin.

Ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn, Awat Qehremanî li ser armancgirtina wesayetê pêşmergeyan axivî.

Awat Qehremanî diyar kir ku PDK’ê baş dizane ku êrîş ji hewayî ve pêk hatiye, parçebûna wesayet jî vê yekê diyar dike..

Awat Qehremanî anî ziman ku bêyî ku bûyer were lêkolîn kirin nabe PDK’ê êrîşê bixe stûyê kesên din û got,

Daxuyaniya PKK’ê di cih de ye, divê şandeyek serbixwe vê bûyerê lêkolîn bike.

Qehremanî destnîşan kir ku divê PDK’ê nebe sedema derketina şerê navbera kurdan, ji ber ku şerekî wisa wê xêrê ji gelê Kurd re neyne.

Awat Qehremanî got, “Di vê aloziya di navbera Kurdan de teqez tiliya Tirkiyeyê heye, ji ber ku dema Kurd şer bikin, ew ê temaşe bike”.

Her wiha Awat balkişand ser armancên dewleta Tirk û da zanîn ku Tirkiyê dixwaze heta bi Mûsilê dagirk bike û ev tişt anî ziman,

Dewleta Tirk bi xwe dibêje ‘Li Efrîkayê jî statuyeke Kurdan pêk were, em ê mudaxele bikin’.

Li gel vî tiştî ma wê dewleta Tirk destkeftiyên Başûr biparêze!

Heke kesekî armanca dewleta Tirk fêm nekiribe, nexwe bi tiştekî nizane.

Ji ber ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e, ev gelekî zelal e.”

Ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn, Awat Qehremanî di dawiyê anî ziman ku divê hemû partiyên siyasî li dijî vî şerî bin û divê PDK’ê hişyar bikin.

Siyasetmedar Yasîn Elî: Bila hemû partî hemberî dagirkeriya Tirkiyê seferber bibin

Siyasetmedar Yasîn Elî berteka xwe dijî êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûr nîşan da û got ku sedema ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir dike ne PKK ye.

Yasîn Elî got ku pêşmerge ji bo parastina gelê Kurd hatiye avakirin lê PDK bi daxwaza dewleta Tirk dixwaze wan li hemberî gerîla bide şerkirin.

Elî diyar kir ku di vê bûyera dawîn de her kes dizane ku dewleta Tirk pêşmerge kuştin. Di demeke nêzik de wê ev tişt derkeve holê. Ev hemû provokasyonên dewleta Tirk e.

Siyasetmedar Yasîn Elî bang li hemû partiyên siyasî kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk seferber bibin.

Back to top button