Kongra Star li Şehbayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Şênî û endamên Kongra Star yên Şehbayê jî bi meşekê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li cih û deverên din jî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Bi diruşmeya ” Bi rihê berxwedana biratiya gelan, emê dîwar hilweşînin, Efrîn û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin” Kongra Star li kampa Serdemê ya Şehbayê, meşek li darxist.

Şêniyên kampar Serdemê û endamên Kongra Star bi yek dengî, êrîşên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Jinên Ereb ên navçeya Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Ereb ên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi erêkirina hikumeta Bexdayê û ya Başûrê Kurdistanê hewl dide axa başûr dagir bike.

Dawiyê jinên ereb bang li tevahî hêz û partiyên neteweyî kirin ku bi hev re bisekinin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.

Xwendekarên zanîngeha Rojava çalakiyek li dar xist

Di çarçoveya insiyatîfa “Pêşeroj Diaxive” a xwendekarên Zanîngeha Rojava, li dijî kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Xwendekar di refên xwe de 5 deqeyan çalakiyek bêdengiyê lidarxistin.

Ciwanên Reqayê tevlî hemleya “Dem dema azadiyê ye” bûn

Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê û Yekitiya JInên Ciwan a Reqayê jî bi daxuyaniykê ragihandin ku ew tevlî hemleya “Dem dema azadiyê ye” dibin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di dauxyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku tevlî qadên têkoşînê û berxwedanê bibin.

Back to top button