Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhartin di desteyên xwe de çêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhertin di pergala hin desteyan û di rêziknameya rêveberiyê de çêkirin.

Rêveberiya Xweser îro di civîna xwe ya asayî de bi amadebûna endamên meclisên giştî yên rêveberiyê, navên kesên ku di ji hêla endamên Meclisa Rêvebr a Herêma Cizîrê hatibûn hilbijartin, pêşkêş kir.

Kesên ku navên wan hatin pêşkêşkirin: Ehmed Hamid, Nisrîn Osman û Neda Melkî piştî sonxwarinê weke endamên nû di Meclisa Giştî ya rêveberiyê de cihê xwe girtin.

Di civînê de, guhertin di pergala hin desteyên meclisê de jî hatin çêkirin.

li gorê wê yekê, Bîroya hevpeywendiyan ku girêdayî Desteya Aborî bû, bû girêdayî Bîroya Enerjiyê û êdî bi navê “Bîroya Enerjî û Hevtpeywendiyan” tê naskirin.

Her wiha guhertin di rêziknameya rêveberiyê de hatin çêkirin.

Piştî wê bendên pergala Komîteya Amadekirina Hevpeyman Civakî ya Rêveberiya Xweser hatin xwendin, û tê de hatibû birayagirtin ku 150 endam ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê cihê xwe di komîteyê de bigirin.

Back to top button