Bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan

Bi hezara şêniyên herêma Cizîrê ji Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Çilaxa, Tibespiyê û gundewarên derdorê, her wiha şêniyên bajar û bajarokên Hesekê berê xwe dan Qamişlo û li dijî dagirkeriyê tevlî meşa mezin bûn.

Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser başûrê kurdistanê ji aliyê gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ve bi çalakiyan tê şermezar kirin.

îro li Bajarê Qamişlo mîtînga mezin bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” saet 17’an dest pêkir.

Bi hezaran kes, ji bo ku tevlî mîtîngê bibin, ji bajarên herêma Cizîrê ber bi Qamişlo ve bi rê ketin.

Girseya gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bûn û ber bi Stada 12’ê Adarê ve dest bi meşê kirin.

Meş li qada Stada Şehîdên 12’ê Adarê veguherî mîgîngê û gele axaftin hatin kirin.

Back to top button