Li Minbicê nêzî çerxereya Sebe’e Behrat mayînek teqiya, di encamê birîndar çêbûn

Li Minbicê ,nêzî çerxerêya Sebai Behrat a li ser rêya Helebê, nêzî mizgefta Fetih mayînek teqiya. Di encama teqîna de,hin sivîl û endamên Hêzên Hawarî birîndar bûn.

Her wiha Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî êrîş şermezar kir û diyar kir ku dê li dijî her cûre êrîşê gelên herêmê biparêzin

Li Minbicê ,nêzî çerxerêya Sebai Behrat a li ser rêya Helebê, nêzî mizgefta Fetih mayînek teqiya.

Têkildarî teqînê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

” Duh Di saet 09:00’ê êvarî de li nêzî mizgefta El-Fetih a li hember parka zarokan a li ser rêya Helebê ji aliyên rojavayê Minbicê ve , teqîneke çêbû.

Di encama teqînê de,hin sivîl û endamên Hêzên Hawarî birîndar bûn.

Piştî teqînê Tîma bê bandorkirina mayînan berê xwe da cihê teqînî û ev yek anîn ziman ku mayîn li ber keviyên rê hatibûn çandin, da ku ereberiya Hêzên Hawarî hedef bigire..”

Li aliyekî din navendê diyar kir ku tîma bêbandorkirina mayinan ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6’ê hezîranê, gelek mayîn li gundê Meroh ên Minbicê bê bandorkirin.

“Emê li hember hewildanên tevliheviyê gelên xwe biparêzin”

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.

Fermandariyê şifaya xêrê ji birîndarên bûyerê re xwest û got:

“Piştî bûyerên dawî yên li Minbicê hin alî sivîlan dikin armanc, dixwazin aramiya bajêr xirabikin.

Li hember van sûcên li dijî exlaq û qanûn, emê li gel gelê xwe bin.

Hêzên me her tim ji bo aramî û ewlehiyê herêmê wê li pêş bin,û li dijî her kesê ku hewl bidin aramî û ewlehiyê herêmê têk bibin, emê têbikoşin.”

Back to top button