Hevseroka Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê Esmehan Ehmed têkildarî talankirina xwezayê Kurdistanê û guhertina demokrafiya Efrînê axivî û got; Bêdengiya hikûmeta Iraqê û HUkumeta Başûrê Kurdistanê, destekdayîna dagirkeriya Tirkiyê ye”
Di sala 1977’an de di Hevpeymana Cenevereyê de di madeya 54’an de siyaseta talankirina xwezayê hat qedexekirin.
Lê dewleta Tirk a dagiker her dem ev hevpeman binpê kiriye û xwezaya, Bakur, Başûrê Kurdistanê talan dike.
Bi dagirkirina Efrînê heya niha li herêmê, siyaseta talankirin, şewitandin û guhertina demografî dide meşandin.
Lê heya niha tu helwest ne ji aliyê Hukumeta Îraqê û ne jî Başûrê Kurdistanê ve ne hatiye nîşandan.
Hevseroka Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê Esmehan Ehmed binpêkirina ekolojiya li Efrînê û Başûrê Kurdistanê nirxand.
Esmehan diyar kir ku dagirkirina Efrînê û hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji bo berfirehkirina erdnîgariya komara tirkiyê ye.
Esmehan bîlançoya belgekirina kiryarên dewleta tirk ên li ser xwezayê eşkere kir û ev tişt got:
“Zêdeyî 269,400 darên zeytûnan, zêdetirî 300 darên din, 15 hezar darên sindiyan, darên kevnar û yekane hatine qutkirin û firotin. Zêdetirî 11 hezar darên zeytûn û merxê hatine şewitandin. Nêzî 2180 donim zeviyên gel û 11 hezar donim erdên çandiniyê hatine şewitandin. Li aliyê din 140 kargehên zeytûnan hatin dizîn û desteserkirin.”
“Bêdengiya hukumeta Îraqê destekdayîna dagirkeriya Tirkiyê ye”
Esmehan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê re dixwaze pîlanên dagirkirina Kurdistanê bibe serî û wiha domand:
Dewleta tirk dixwaze xwestekên xwe yên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bîne.
Ev yek tê wateya ku lihevkirineke di pişt perdeyê de heye û hemû alî ji dagirkeriya dewleta tirk razî ne.
Bêdengiya Hukumeta Îraqê û ya Başûrê Kurdistanê tê wateya destekdayîna dagirkeriya Tirkiyê.
Dema xweza bê tunekirin hevsengiya jiyanê xirab dibe.
Esmehan Ehmed diyar kir ku ji bo dawî li kiryarên li dijî ekolojiya Efrînê û tevahî Kurdistanê bê anîn,divê hemû aliyên pêwendîdar bikevin tevgerê û bi erka xwe rabin.