`Divê xwedîderketina li berxwedana gerîla zêdetir bibe`

Li Rojavayê Kurdistanê jî çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkarî û xiyaneta PDK’ê roj bi roj zêde dibin.
Hevserokên Meclisên Kantona Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Efrînê diyar kirin ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re wê nekeve xizmeta gelê Kurd.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û piştgiriya PDK’ê ji êrîşan re bertek zêde dibin..

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ku nêzîkatiya PDK’ê şermeke mezine.

Xebat Silêman bang li gel kir ku asta têkoşîna xwe li hember êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê bilind bikin.

Perwîn Yûsif: Hêza xwe bi gerîla re bikin yek û dagirkeriyê têk bbin

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif hevkariya PDK’ê ya ji Tirk re bi “Xiyanetê” pênase kir.

Perwîn Yusif diyar kir ku li aliyekî li dijî dagirkeriyê berxwedan tê kirin, li aliyê din jî piştgiriya dagirkeran tê kirin.

Perwîn bang li gel kir ku hêza xwe bi ya gerîla re bikin yek da ku dagirkeriya Tirk bê têk birin.

Leyla Ehmed: Hemû Kurd di hedefa Tirkiyê de ne

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina Kurdan hemuyan e.

Bekir Elo: Xiyaneta PDK’ê nakeve xizmeta gelê Kurd

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo jî li ser helwesta PDK’ê axivî û got, ”Xiyaneta PDK’ê nakeve xizmeta Kurdan.”

Bekir Elo da zanîn ku xeteriyên êrîşên delwleta Tirk weke ku li gerîla heye li ser xelkên başûrê Kurdistanê jî heye..

”Divê partiyên Başûr helwestek cidî nîşan bidin”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan jî diyar kir ku dewleta Tirk bi erêkiria Iraq û PDK’ê êrîşan pêk tîne.

Hec Ferhan bang li rayedarên başûr û Iraq kir ku bi daxwiyaniyên şermok êrîş nayên rawestandin û divê helwestên cidî nîşan bidin.

Back to top button