Waşîngton: Me kirîna Tirkiye ya S-400’an qebûl nekiriye

Bi nêzbûna dîroka civîna navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokomarê Tirkiye Erdogan de, careke din aloziya S-400’ên Rûsî bûye rojev.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku wan kirîna pergala S-400, ji aliyê Tirkiyê ve qebûl nekiriye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de ku duh li dar ketibû, got:

“Me ti helwestek nîşan neda ku em amade ne kirîna pergala S-400’an ji aliyê Tirkiyê ve, qebûl dikin.

Ez careke din dubare dikim ev yek ne li gorî sîfeta Tirkiyê ya hevalbendiya NATO`yê ye.”

Price diyar kir ku S-400 ne li gorî amûrên leşkerî yên NATO`yê ne û li ser teknolojiya NATO`yê xetere.

Her wiha destnîşan kir ku wan Tirkiye di vî warî de hişyar kiriye ku pergalê wernegire.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya DYA li ser pirsa gelo Tirkiye pêşniyar kiriye ku bi S-400’an balefirgeha Încirlîk ya Tirkiyê ku hêzên Amerîka têde ye biparêze, bêdeng ma.

Back to top button