BUTEFLÎQA BIRYARA ISTÎFAKIRINA XWE DA

Li Cezaîrê xuya ye ku xwepêşandanên gel encamê digirin.Serokê Cezair Buteflîqa ragihand ku ew ê dawiya meha Nîsanê ji erka xwe istifa bike.

Ajansa AFP ragihand ku serokê Cezairê Ebdul Ezîz Butefîlqa der barê istîfakirina xwe de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê:

Butefîqa berî 28’ê Nîsanê ango berî bidawîbûna erkê xwe wê istîfa bike.

Hikumeta Cezairî wê biryarine nû derxîne.

Hikumeta Bûteflîqa ev 20 sal in li ser desthildariya Cezairê ye.

Di nava mehên dawiyê de rojane bi hezaran gel dadiketin qadan û daxwaza istifaya Bûteflîqa kirin.

Wisa diyar dibe ku xwepêşandanên gel di dawiyê de digihêjin armanca xwe.

Leave a Reply

Back to top button