Li Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 377 kes bi jehrê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ragihand ku di encama qirêjbûna ava çemê Firatê de, li Kobanê zêdetirî hezar û 377 kes bi jehrê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku ji ber welatî yekser avê ji çemê vedixwin, bê ku ava bi madeyê klorê bê paqijkirin rewşên jehrîbûnê zêde dibin.

Mehmûd destnîşan kir ku di vê mehê de li Kobanê zêdetirî hezar û 377 kes bi jehrê ketin ku piraniya wan jî ji navçeyên Qenayê û Sirînê ne.

Mehmûd diyar kir bi zêdeûbna germahiyê re qirêjiya çem wê zêde bibe, divê av bi klorê bê paqijkirin.

Bi qutkirina ava Firatê û daketina asta ava çem, ava Firatê qirêj dibe.

Back to top button