Kalemêrê 70 salî zilm û hovîtiya dagirkeran anî ziman

Li Efrîna dagirkirî zilm û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Welatiyê bi navê Ehmed Hemo sûcên ku dagirkeran li dijî wî pêk anîne, anî ziman.

Beriya çend rojan, çeteyan bi ser mala Ehemd Hemo ya li navenda navçeya Cindirêsê girt.

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê dîmenek ku Ehmed vê bûyerê vedibêje, belav kir.

Ehmed ê 77 salî diyar kir ku Piştî ew û hevjîna xwe ya 75 salî hat êşkencekirin, çeteyan mala wî talan kir.

Back to top button