Rûsya bi peykekê pêşketî wê hêza sîxuriyê ya Îranê mezin bike

Rûsya wê peykeke sîxuriyê ya pêşketî bide Îranê.
Îran wê bi rêya vê peykê hêza xwe ya sîxuriyê mezintir bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Washîngton Postê ya Amerîkî weşandî de, Îran wê sûdê ji teknolojiya bilind a Rûsyayê werbigire.

Hate îdîakirin ku Rûsya wê peyka xwe ya bi navê Kanopûs-V radestî Îranê bike, ku ev peyk xwedî kamerayên pêşketî ye.

Li gorî rojnameyê ku nêrîna rayedarên berê û yên heyî yên li DYA û Rojhilata Navîn wergirtiye, Îran wê bi rêya vê peykê navendên hevrikên xwe yên li Rojhilata Navîn bişopîne.

Ev agahî beriya hevdîtina 16’ê Hezîranê ya navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê DYA’yê Joe Biden hate parvekirin.

Tê payin peyk mehên bê were firandin, tê diyarkirin encama serdana Parêzvanên Şoreşê yên Îranê yên Rûsyayê ye.

Tê gotin Îran jî li ser deverên taybet dikare vê peykê bi armanca sîxûriyê bi kar tîne.

Back to top button