Artêşa Iraqê: Ya ku îro li ser xaka Iraqê çêdibe dagirkeriyek mezin e

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê zêde her diçe zêde dibe.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul got ku Tirkiyê qada hewayî ya Iraqê binpê kiriye û divê bi rêya sîstema parastina esmanî ev yek were çareserkirin.
Parlementerên Iraqê jî şandina çeteyên dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê weke gaveke xetere bi nav kirin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku li dijî vê bikeve nava tevgerê.
Endamê Rêveberiy YNK’ê Mele Bextiyar jî bang li partiyên başûr kir, ji bo ku di navbera Kurdan de şer dernekeve bibin xwedî helwest.

Êrîşên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina aka Başûrê Kurdistan dewam dikin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî û behsa dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Iraqê kir.

Yehya Resul da zanîn ku Artêşa Tirk bi kûrahiya 20 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê û diyar kir ev yek li gorî lihevkirina her dû aliyan gelek zêde ye.

Resul diyar kir ku artêşa Tirk hejmara baregehên xwe yên di nava Başûr Kurdistanê de zêde kiriye û hatina ber bi pêş ya dewleta Tirk ne rast e û divê Tirkiye rêz li serweriya Iraq û welatên cîran bigire.

Yehya Resul got:

“Ya ku îro li ser xaka Iraqê çêdibe dagirkeriyek mezin e.

Dewleta Tirk qada hewayî ya Iraqê binpê kiriye û divê bi rêya sîstema parastina esmanî ev yek were çareserkirin.”

Parlamenterên Iraqê banga tevgerê li serokwezîrê Iraqê kir

Li gorî nûçeya Rojnews’ê dewleta Tirk çeteyên xwe yên Idlib, Azerbaycan û Lîbyayê li ser Hewlêrê re vediguhese herêmên Behdînan û Soran da ku li dijî gerîla şer bikin.

Li ser mijarê parlamenterê Iraqê Wehde Mehmud û endamê Lijneya Mafê Mirovan ya li Parlamentoya Iraqê Ehmed Kenanî ji Rojnews re axivîn.

Parlamenter Wehde Mehmud da zanîn ku pêngava ku Tirkiyê dayî destpêkirin metirsîdare û derbarê mijarê hişyarî da.

Wehde got dibe ku çekdarên ku Tirkiyê şandî herêmê sûcê şer li hemberî xelkê sivîl pêk bînin.

Parlamenter Wehde bang li serokwzîrê Iraqê kir da ku lijneyek taybet ji bo lêkolînkirina sûcên şer yên dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Endamê Lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Kenanî jî got ku êrişên dewleta Tirk bûye sedema penaberbûna xelkê sivîl yên li Dihokê.

Ehmed da xuyakirin ku Tirkiye dixwaze nasnameya Kurdî ji holê rake û derbarê veguhestina çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve jî got ku hikumeta Tirk û Herêmê li ser berjewendiyên xwe yên hevbeş lihevkirine.

Mele Bextiyar: Divê partiyên Kurd li dijî şerê navxweyî xwedî helwest bin

Endamê Rêveberiy YNK’ê Mele Bextiyar jî derbarê rewşa dawî ya li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û bal kişande li ser nakokiyên di nava hêzên Kurd. Mele Bextiyar bibîr xist ku şer û pevçûnên di salên derbasbuyî ku di nava hêzên Kurd de rû dan bê encam man.

Mele Bextiyar da zanîn Tirkiye dijminê Kurdane û gerîla jî li dijî dewleta Tirk şer dike. Mele Bextiyar diyar kir ku Tirkiye di pêşxistina komployan de jî xwedî ezmûn e.

Mele Bextiyar eşkere kir ku ger şerek di nava Kurdan de rû bide wê hemû partî û rêveberiya başûr berdêlên girina bidin û di serî de YNK û Goran bang li partiyan kir, ji bo ku di navbera Kurdan de şer dernekeve bibin xwedî helwest.

Back to top button