Bi sedan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ber bi çiyayê Cûdî ve meşiyan

Li dijî şewitandina daristanan û talankirina xwezaya Kurdistanê, bi sedan ekolojîst, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û welatiyên herêmê, îro meşiyan çiyayê Cûdî.
Kesên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşên li ser xwazayê, ne tenê xwezaya Kurdistanê, xwezaya Tirkiyê jî talan dike.

Ev hefteyekê ku şewat li daristanên Çiyayên Cûdî dewam dike, hem wextî we jî operasyonên talankirina xwezaya Kurdiatanê û êrşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê jî dewam dikin.

Li dijî vê yekê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê li hev civiyan.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes bi pankarta bi nivîsa “Xweza hebûna mirovahiyê ye, werin em bi hev re li xwezaya xwe xwedî derkevin” meşiyan çiyayê Cûdî.

Tulay Hatîmogûllari: Desthilata AKP-MHP’ê xwe dispêre dizî û talanê

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari piştî meşê axivî û diyar kir ku sîstema desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe dispêre dizî û talanê.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir desthilata Tirk bi birîna daran tolê ji gelê Kurd hiltîne û ev rewş weke pirsgirêkek ku hemû cîhanê eleqeder dike bi nav kir.

Hatîmogûllari anî ziman ku ev cografya êdî ji tundiyê westiyaye û ew ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe dewam bikin.

Berdan Ozturk: Ne tenê Kurd, divê gelên Tirkiyê jî li ber talankirina xwezayê rabin

Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku şerekî qirêj li dijî gelê Kurd tê meşandin û da zanîn dewleta Tirk bi van êrîşên li ser xwazayê, ne tenê xwezaya Kurdistanê, xwezaya Tirkiyê jî di nava metirsiyeke giran a talaniyê de dihêle.

Ozturk da zanîn divê ne tenê Kurd, divê gelên Tirkiyeyê li ber vê komkujî û talanê rabin.

Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û diyar kir heta pirsgirêka Kurd çareser nebe talan û qirkirin jî naqede.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Back to top button