Li Tebqayê xebatên derzî lêdanê yên dijî Coronayê pêk hat

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê derziyên dijî Coronayê li kadroyên tenduristiyê û kesên temenmezin dan.

Li Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê derzî li kadroyên Tenduristiyê û kesên 50 salî hatin xistin.

Rêveberê nexweşxaneya El-Wetenî Ela Osman diyar ku du beşên derziyan hene û wiha got,

Derziya duyemîn piştî derziya yekê bi 8 heftiyan tê lêdan ku her du beş hevdu temam dikin.

Ela Osman da zanîn ji bo naskirina dema derzî dayînê wan kertê dayîna derziyan amade kirine .

Hemşîrê nexweşxaneyê Yasir Mihemed da zanîn ku dema derzî tê lêdan hin nîşane derdikevin û got,

”Ji ber derziyê mofirk hinekî diêşin, westaneke giştî çêdibe û cihê derziyê diwerime û ev jî normale.

Back to top button