Kongreya 1′ a Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi girtina biryar û encamên nû yên koordînasyonê bi dawî bû.
Kongire duh li Hola Zana ya Qamişlo bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat.
Piştî axaftinan, rapora du salan a kar û xebatê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin.
Li ser rêziknameyê jî hate nîqaşkirin.Her wiha pirensipên têkildarî qanûnên jinê hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Paşê 21 kes ji bo Koordînayona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin, di nav de 7 endamên partiyên siyasî ne.
Kongre bi girtina biryaran bi dawî bû.
Hinek biryarên ku hatine girtin ev bûn:
-Konferansek ji bo nîqaşkirina rewşa jinên li heremên dagirkirî were li dar xistin.
-Komxebat ji bo pêşxistina jinan di aliyê siyasî, aborî û pîşeyî de werin birêxistinkirin.
-Ji bo rêgirtina li ber şerê taybet jin û civak werin perwerdekirin.
-Ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistin û tevgerîn jinan ên li Sûriyê, herêmê û cîhanê re xebat were kirin.