Navenda Çand û Hunerê a Mexmûr: Li dijî êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin

Navenda Çand û Hunera ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirka dagirker li ser Mexmûrê û li ser axa Kurdistanê şermezar kirin.

Navenda Çand û Hunera ya Mexmûrê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirin û tune kirina gelê kurd e û êrîşên wê yên li ser her çar aliyê Kurdistanê jî vê yekê îspat dike .

Navendê armancgirtina tevgera azadiyê ji aliyê dewleta Tirk ve wiha nirxand:

“Her kes baş dizana ku îro li çar beşên kurdistanê rêxistina ku nasnameya kurdî diparêze û zindî dike PKK ye.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Herêmên Parastina Medya dike, Mexmûrê dike û êrîşên qirêj pêk tîne.”

Navenda Çand û Hunera ya Mexmûrê bang li bang li kurdên li başûr û peşmergeyên kir ku nebin hevkarê xiyaneta PDK’ê.

Navendê di heman demê de bang li hemû kurda kir ku li hember vê dagirkeriyê bêdeng nemînin .

Back to top button