Dr. Fayiq Gulpî: Divê helwesta PDK’ê ya dijminane bi dawî bibe

Li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriya Tirkî pêla nerazîbûnan berfirehtir dibe. Dr. Fayiq Gulpî bang li PDK’ê kir ku hevkariya digel Tirkiyê bi dawî bike. Rojnameger û çalakvanên Xaneqînê jî banga rêgirtina li ber şerê kurdî kurdî kir.

Êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên derxistina fitneyê di navbera Kurdan de, hêrsa Kurdî tev rakiriye.

Dr. Fayiq Gulpî anî ziman ku dagirkerî hewl dide kurdan pev bide şerkirin, eger şerekî navxweyî rû bide, dê derveyî kuştina zarokan ti tişt tune be.

Fayiq Gulpî got:

“Pêwîst e PDK, YNK û PKK di derbarê de hestyar bin. Divê helwesta dijminane ya PDK’ê bi dawî bibe û dev ji hevkariya bo berjewendiyên Tirkiyê berde.”

Kawa Nadir: Pêwîst e hemû alî destekê bidin berxwedana gerîla

Çavdarê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir jî destnîşan kir ku,

“Eger PDK û PKK bi dîqet tev negerin, dê dijmin bigihêjin armancên xwe. Lewma divê li ser bingeha siyasî rê ji şerê birakujiyê re neyê dayîn.

Pêwîst e hemû alî û hêzên siyasî bi yekdengî piştigiriya berxwedana PKK û gerîla bikin.”

Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî di çarçoveyê de, bang li aliyên Kurdî kir ku li hev rûnin û bi rêya diyalogê rewşê çareser bikin.

Çalakvanên Xaneqînê: Nemana PKK’ê, nemana neteweya Kurd e

Di çarçoveyê de, rojnameger û çalakvanên navçeya Xaneqînê ya Selahedînê jî nerazîbûn nîşan dan.

Rojnameger û çalakvanan anî ziman ku nemana PKK’ê; nemana neteweya Kurd e.

Lewre divê hemû partîyên kurdî bibin yek û rê li ber qirkirina gelê Kurd bigirin.

Back to top button