PARTIYÊN KURD: ENCAM CI DIBE BILA BIBE KURD BISER KETIN

Piştî hilbijartina herêmî ya li Tirkiyê; piraniya aliyan xwe weke serkeftî nişan didin. Lê wihan xuya ye ku stratejiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê derbek herî xurt li dîktatoriya Erdogan û partiya wê AKP’ê da. Partiyên kurd yên di bin sîwana HDP’ê de gotin, Çi dibe bila bibe yê bi ser ketiye gelê Kurde. Şandeya Îtalî ya ji bo çavdêriya hilbijartinê hatî, wê jê diyar kir ku hilbijartin bi zext û zoriyan pêk hatiye.

Di hilbijartina herêmî ya ku li tirkiye herkesê bi aliyekê re îtifaq pêk anîn, beşke mezin yên partiyên kurd ji di bin sîwana HDP’ê de hatin gel hev.

Nûnerên partiyên kurd ku di îtîfaqê de cih girtin encama hilbijartinê nirxandin û peyama berdewama îtîfaqê dan.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek anî ziman ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan seranserî pêvajoya hilbijartinê bi gotinên nefretê dijminî afirand û bi vê yekê re jî hemû derfetên dewletê bikar anî.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç bal kişand ser îtîfaqa partiyên kurd û got:

“Îtîfaqa me di nava gel de erênî hat pêşwazîkirin.

Serkeftina hilbijartinê nîşaneya vê yekê ye.

Polîtîkaya qeyûman vala hat derxistin.

Wê îtîfaqa me bi hilbijartinê re sînor nemîne.

Me bi vî îtîfaqê bingeha yekîtiya neteweyî avêt.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşgerî ya Demokratên Kurd (DDKD) Mehmet Veysî Askar jî da zanîn ku HDP’ê li bajarên herêmê serkeftinek girîng bi dest xistiye û ev tişt anî ziman;

“Armanca îtîfaqa me jî ew e ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd pêk bê.

Serkeftina CHP’ê ya li rojavayê Tirkiyê jî hêza HDP’ê bû.

Stratejiya HDP’ê ya li rojavayê Tirkiyeyê faşîzmê têk bir.”

ONUR: LI ROJAVAYÊ TIRKIYÊ STRATEJIYA HDP’Ê BISER KET

Parlementerên partiya Komarê CHP’ê li tirkiyê bi dengên HDP’ê gelek bajarên stratejîk ji destê AKP’ê derxist.

Parlementera CHP’ê ya berê Melda Onûr, diyar kir ku stratejiya HDP’ê gihiştiye armanca xwe û ev tişt ani ziman;

“Wê şaredarîvaniya demokrat ji niha û pê ve têkeve ezmûneke girîng.

Ev 4 sal pir muhîm e.

Divê bi awayekî pir baş xwe bigihîne 2023’yan.

Ev partî bi şaredariyan hat û wê bi şaredariyan jî biçe.”

ŞANDEYA ÎTALÎ: HILBIJARTIN DI NAVA ZEXT Û ZORIYÊ DE PÊK HAT

Li aliyekî din li ser vexwandina HDP’ê, ji gelek welatn Ewropayê bi dehan aktivîst hatin herêmê.

Aktivîstên ji Îtalyayê hatin, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de ragihandin.

Aktivîst Olmo Perînî destnîşan kir ku hilbijartin di bin zext û zoriyan de dest pê kiriye û got:

“Li herêmên hilbijartin kesên çekdar hebûn.

Ev nîşaneya pêkanînên antîdemokratîk e.”

Aktîvîst Cecilia Soldino jî bal kişand ser zext û zoriyên li ser HDP’iyan û wiha got:

“Ji ber rewşa niha fikarên min hene.

Bêyî belge û deîlaln gelek endamên HDP’ê girtîne.

Dewlet û polîs li gor dilê xwe tev digerin.

Çi bixwazin dikin.

Ev çewisandin in, çewisandinên siyasî ne.”

Leave a Reply

Back to top button