Pentagon: DYA wê 150 milyon dolar alîkariya leşkerî bide Kîev

Beriya civîna Serokê DYA Biden û Serokdewletê Rûsya Putin, DYA piştevaniya xwe ya ji bo Ukranyayê diyar kir. Pentagonê ragihan ku wê 150 milyon dolar, alîkariya leşkerî pêşkêşî Kîevê bike.

Li cihê hêviya kêmkirina aloziya heyî, mezinên cîhanê careke din li hev sor dibin.

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) a DYA John Kirby bi daxuyaniyek çepemeniyê ragihand ku, Waşîngton bi 150 milyon dolar wê alîkariyên leşkerî ji bo Kîevê pêşkêş bike.

John Kirby got:

150 milyon dolar beşek ji alîkariya ewlehî ya ji bo hêzên Ukraynayê ye.

Ev jî bi armanca parastina yekperçebûna axa Ukrayna û başkirina koordîneya bi NATO re ye.

Kirby da xuyakirin ku di pakêta alîkariyê de radarên ji bo kişifkirina top û hawanan, jamerên dron û cihazên ragihandinê yên ewle, alavên şerê elektronîk û alavên tendûristî, hene.

Hêzên Asmanî yên Ukraynî jî wê li ser bikaranînan ewle ya alavan werin perwerde kirin.

Her wiha wê alîkariya Waşîngton ji bo Kîevê were domandin.

Berdevkê Pentagon John Kirby da zanîn ku pakêta 125 milyon dolarî ya ku di meha Adarê de hatbû ragihandin jî, wê were temam kirin.

Di wê pakêtê de kêştiyên dewriyê ya Mark V1, radarên tesbîtkirina topan, alavên taktîkî û piştgiriya satalaytê, hene.

Ji 2014’an ve DYA zêdeyî 2,5 milyar dolar alîkariya ewlehî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.

Vê carê jî beriya civîna Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsiya Vladimir Putin, pakêta nû ya alîkariyê ji bo Ukaraynayê hat ragihandin.

Bi vê yekê careke din Waşîngton peyama piştevaniya xwe ya bi Ukraynayê re nîşanî Moskowa da.

Back to top button