Bi fermana Erdogan şandeyeke bilind a Tirkiyê berê xwe da Lîbya

Tirkiyê li Lîbayayê planên nû digerîne. Beriya civîna bilind ya NATO yê, bi fermana Erdogan şandeyek bilind ya Tirkiyê berê xwe da Lîbyayê.

Rêveberiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi Fermana Serokomarê Tirkiyê Erdogan wê şandeyek bilind serdana Lîbyayê bike.

Şande ji Serokê Wezareta Karê Derve Mewlût Çavuşoglu,

Wezîrê Karê Hûndirîn Suleyman Soylu,

Sererkanê giştî Yaşar Guler,

Serokê Daîreya Îstîxbarata Mît ê Hakan Fîdan,

Rêveberê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Ibrahîm Kalin, pêk tê.

Şande wê rojekê li Lîbayayê bimîne û bi Serokwezîrê Lîbya Ebdulhemîd EL-Debîbe û şandeyên Lîbî re danûstandinan pêk bîne.

Tê payîn ku şand bi Serokê Meclîsa Serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî re jî bicive.

Balkêşe ku beriya lidarxistina lûtkeya NATO’yê di 14`ê Hezîranê de û Kongreya Berlînê di 23`yê Hezîranê de, rayedarên dewleta Tirk li Lîbyayê ne.

Li gorî NY nêzî 20 hezar leşker û çeteyên biyanî li Lîbayayê hene.

Piraniya wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêkirin.

Gelek caran ji aliyê Almanya, Fransa û gelek welatên Ewropa ve daxwaza derketina hêzên biyanî ji welat hatbû kirin.

Civîna bilind ya NATO yê wê 14 Hizêranê li Brukselê pêk were.

Back to top button