Madeyên hişbir ên li Tirkiyê hatine girtin ji yên li tevahiya Ewropa zêdetir e

Li nava welatên YE her çiqasî bikaranîna madeyên hişbir û yên serxweçûnê kêm bûye jî lê li Tirkiyê ev rêje pir zêde bûye.
Ajansa Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir a YE ragihand ku li Tirkiyê madeyên serxweçûn û eroîn yên ku hatine girtin ji yên li tevahî Ewropa zêdetire.
Ev yek jî dide diyarkirin ku çawa deshilata AKP-MHP ya Tirkiye bi rêya mafya û berjewendiyên xwe, çi bi serê welat aniye.

Madeyên hişbir yên xeteriya herî mezin li jiyana mirovan dike, êdî li Tirkiyê weke pêvdiviyek ji rêzê yê jiyanî tê dîtin.

Ajansa Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir yê Yekîtiya Ewropa (EMCDDA) rapora xwe ya dawî ya derbarê madeyn hişbir de weşand.

Di nava 25 salan de, daneyên ku karanîna madeyên hişbir tevî Tirkiye û Norveçê li nava 27 welatên YE hatin lêkolînkirin.

Rêveberê ajansê Alexis Goosdeel diyar kir ku tevî tevdîrê ji bo Covid-19 û rawestîna tevgeran jî lê bazara madeyên hişbir ra-newestiyaye.

Li gorî raporê tê teqez kirin ku paqijiya dermanên xwezayî û sentetîk gav bi gav zêde dibe.

Ev yek jî metirsiyek mezintir bixwere dide avakirin.

Hate destnîşankirin ku bi girtina sînorên ji ber Covid-19’an re, qaçaxçiyan dest bi şandina madeyên hişbir ya di nava tiştên bazirganî de kirine.

Li ser asta takekesî, her çend firotana li kolanan ji ber qedexeya derketina derve gelek kêm bû lê firoşkar û bikarhêner zû bi rewşa nû ya bi peyamên şîfrekirî û serîlêdanên medyaya civakî ya radeskirina ji bo malan re lihev kirine.

Bi taybetî, rapor balê dikişîne ser ka bandorek demdirêj a pandemî, dikare dîjî-talîzekirina bazarên dermanan be yan na.

Di raporê de hat dîtin ku di demên girtina destpêkê de, dema ku mirov li mal dimînin, bi gelemperî nêrîna ji bo madeyên keyfxweşiyê kêm dibe.

Her li gorî raporê, piştî havîna 2020’an ku qedexeya derktina derve hatin kêmkirin, careke din bikaranîna madeyên hişbir zêde bû.

Li Tirkiyê rêjeya madeyên serxwçûyînê Ewropa derbas kir

Ji madeya MDMA, ku di nav gel de wekî madeya serxweçûnê tê zanîn, 8 mîlyon tabletên ku 2017, 2018 û 2019 li Tirkiyê hatine girtin ji yên ku li tevahiya Yekîtiya Ewropî hatine girtin zêdetirin.

2019’an zêdeyî 20 ton eroîn hate girtin.

Ev rêjeya herî zêde di nava 10 salên dawiyê de hatî girtin bû.

Back to top button