Şandeya Aştiyê ku dixwest ji Almanyayê biçe Hewlêrê hat astengkirin

Şandeya Aştiyê li dijî dagirkirina xaka Başûr dixwest ji Balafirxaneya Dusseldorfê ya Almanyayê biçe Hewlêrê polîsan ew astengkirin û 27 kes binçav kirin.
Endama şandeyê, Hevseroka Koma hamburgê ya Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr got ku ew ê dijî êrîşa dagirkeriyê ya ser Başûr li her derê têkoşîna xwe bidomînin.
Endamê Şandeyê Abdullah Demîrbaş jî destnîşan kir ku hin hêz naxwazin Kurd di nava xwe de aştiyê çêbikin û got ku pêwîst e pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin.

Şandeya Aştiyê ku ji siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd, Alman û Siwêdî pêk dihat îro xwestin ji Almanya biçin Hewlêrê.

Şandeya ku ji 27 kesan pêk dihat, li Balafirxaneya Dusseldorfê ya Almanyayê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Polîsan îfadeyên 27 kesan girtin û ji bo 7 kesan 24 saetan qedexeya derketina derveyî Almanyayê da.

Şandeya aştiyê wê biçûya Başûrê Kurdistanê û peyamên piştevaniyê bida gelê Kurd û gelek têkilî danîbûya.

Parlamenterê Almanyayê Hakan Taş ji xaka Başûr hat dersînorkirin

Parlamenterê Partiya Çep ya Almanyayê Hakan Taş jî ku yek ji endamê şandeya Aştiyê ye û li balafirxaneya Hewlêrê hate binçavkirin.

Paştirê parlamenter Hakan Taş ji xaka Başûrê Kurdistanê hat dersînorkirin û vegerandin Almanyayê.

Cansu Ozdemîr: Em ê têkoşînê bidomînin

Hevseroka Koma hamburgê ya Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr ku di nava şandeyê de cih digirt, agahî dan ajansa Hawarê.

Cansu Ozdemîr got ku polîsên Alman nasname û pasaportên me ji destê me girtin û gotin ku hûn ê banga PKK’ê pêk bînin û bibin mertalên zindî û çalakiyên bi vî rengî dê bandoreke neyînî li têkiliyên Almanya û Tirkiyê bikin.

Cansû Ozdemîr got:

“Heta niha me peyamên piştgiriyê ji Partiya Keskan û gelek kesên din wergirtine.

Em ê dijî êrîşa dagirkeriyê ya ser Başûr li her derê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Almanyayê raya giştî çêbûye û em ê ji niha û pê ve li her derê van çalakiyên xwe pêk bînin.”

Abdullah Demîrbaş: Pêwîste pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin

Endamê Şandeya Aştiyê û Şaredarê Berê yê Navçeya Surê ya Amedê Abdullah Demîrbaş jî ku ew di nava kesên hatibûn binçavkirin de bû têkildarî mijarê agahî dan ajansa Rojnewsê.

Abdullah Demîrbaş diyar kir ku di daxwaza wan de bû ku serdana birêz Mesut Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih bikira, lê ew hatin astengkirin.

Demîrbaş destnîşan kir ku hin hêz naxwazin Kurd di nava xwe de aştiyê çêbikin û ev astengî jî girêdayî wê ye û got ku pêwîst e pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin.

Abdullah Demîrbaş bang li birêz Mesut Barzanî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku rêyên dilogê vekin.

Back to top button