Li seranserê cîhanê 160 milyon zarok kar dikin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku, li cîhanê jimara karkerên zarok derket 160 mîlyonî.
Ev dane li gorî 4 salên derbasbûyî zêde bûye.
Tenê di nava 2020’an de, 8 milon û 400 hezar zarok li karwanê karkeran zêde bûne.
Ji ber pandemiyê, tê pêşdîtin ku ev dane di nava demên pêş de wê hîn zêdetir bibe.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Karê Navneteweyî (ILO) her 4 salan li ser xebata zarokan raporek amade dikin.

Di rapora nû ya îro hate weşandin de, hat dîtin ku careke din jimara zarokên ku tevlî karwana karkeran bûyî zêde bûye.

Li gorî agahiyan, di navbera 2000 û 2016’an de, li cîhanê jimara karkerên zarok 94 mîlyon kêm bû.

Di vê heyamê de rêjeya karkerên zarok û gel jî kêm bû.

2020’an, rêjeya karkerên zarok û nifûs hema hema nêzîkê asta sala 2016’an hate pîvandin.

Lê, ji ber ku nifûs di çar salan de zêde bûye, jimara zarokên karker jî zêde bûye.

UNICEF: Ji ber pandemiyê jimara zarokên karker zêde bû

Rêvebera Giştî yê UNICEF Henrietta Fore got:

“Em di şerê bidawîkirina xebata zarokan de zemîn winda dikin. Covid-19 bandorek neyînî kir. Ger pêşdîtinên li ser hejariya ji ber pandemiyê rast bin, heta dawiya 2022’an wê 9 milyon zarokên din jî têkevin nava karwanên karkeran.”

Pispor jî dibêjin ev rêje wê heta 46 milyon jî here.

Li gorî raporê, zarokên di navbera 5 û 11 salî de kar dikin, rêjeya ji nîvî zêdetir zarokên karker pêk tînin.

Li sehraya jêr a Afrîka ji 4 zarokan 1 karker e

UNICEF û ILO di raporê de bi taybetî bal kişandin ser rewşa zarokên li Afrîkaya Jêr-Sahrayê.

Bi zêdebûna nêzîkê 16 mîlyon 600 hezarî re, li vê herêmê zêdebûna herî mezin a hejmara karkerên zarokan hate tomar kirin.

Li gorî raporê, çandinî di nav sektorên ku zarok lê têne xebitandin de yekemîn e.

Bi 112 mîlyonî, ji sedî 70 karkerên zarok ên cîhanê di çandiniyê de dixebitin.

Ji sedî 20 di sektora xizmetê de û ji sedî 10 jî di pîşesaziyê de têne xebitandin.

Back to top button