Îranê deynê xwe da, mafê bikaranîna deng careke din bi dest xist

Li NY ji ber deynê xwe ne dabû, mafê dengdanê yê Îranê jê hatibû girtin.
Tahranê ragihand ku wan deynê xwe yê li NY da û careke din mafê dengdanê jî bidest xistine.

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Majîd Taxt Ravançî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û got,

Me careke din mafê dengdanê bidest xistiye.

Majîd Taxt Ravançî diyar kir ku welatê wî ji ber cezayên neqanûnî yên DYA nikarîbû deynê xwe bide NY.

Ravançî anî ziman ku rêveberiya Tahran piştî xebatek 6 mehan karî deynê xwe yê li NY bide û mafê dengdanê careke din qezenc bike.

Sekreterê Giştî ya NY Antonio Guterres hefteya derbasbûyî diyar kir ku ji ber Îranê heta niha deyna xwe ya zêdetirî 16 milyon dolarî nedaye mafê dengdayînê li NY`yê de ji dest daye.

Di Çileya borî de tevî Îranê Nîjer, Lîbya, Komara Afrîka Navîn, Komara Kongo, Başûrê Sûdanê û Zimbabwe ji ber deynê xwe nedabûn, mafê wan yê dengdanê hatibû betalkirin.

Back to top button