Frazier ya ku kuştina Floyd tomar kir ji aliyê Pulitzer ve hêjayî xelatê hate dîtin

Telefonek û tomarkirina kêliyek ji bûyerê dihêle ku kes nekare rastiya heyî veşêre.
Bûyera George Floyd yê Afro-Amerîkî jî heman bû.
Jina bi navê Darnella Frazier dema ku polîsan lingê xwe li ser stûyê Floyd danîn û heta jiyana xwe ji dest dayî tomar kiribû.
Ev dimen, di demek kin de li DYA û cîhanê deng veda.
Vê yekê jî bi xwere xelata salê ya dimenê “herî taybet” yê kîliyê ya Pulitzer girt.

Dîsan yek ji rojên ji rêzê bû.

Li bajarê Minneapolis ya DYA, agahiyek ji bo polîsan li ser bikaranîna pereyê sexte hatibû.

Polîs nava çend kêliyan de li cihê bûyerê bû.

Despêkê girtinek ji rêzê bû.

Li derdor jî ev rewş weke yek ji rojên derbasbûyî û bûyerên binçavkirinê bû.

Lê bi derbasbûna demê re, binçavkirina kesê Afro-Amerîkî yê 46 salî êdî vediguherî êşkenceyê.

Polîs Derek Chauvin, weke ku keyfxweş be, lingê xwe ser qirika George Floyd rane kir.

Di van kêliyê de, jinek ciwan bi telefona xwe ev dimen tomar dikir.

Ji ber wêrekiya ku jina ciwan nîşan dayî, hêjayî xelata Pulît-zer hate dîtin.

Ev xelata rojnamevaniyê ya herî girîng a li welêt e.

Pulit-zer têkildarî xelatê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Dema bûyer rûdida, jina ciwan Frazier ya 17 salî, bi awayekî wêrekî kuştina “Floyd tomar kiribû.

Vê yekê jî hişt ku di warê pêkanîna edaletê de rolek mezin bileyîze.

Ji ber vê yekê jî, Frazier hêjayî xelatê hatye dîtin.

Dimenê ku li ser Facebook hatî parvekirin di nava demeke kin de li seranserê cîhanê bû dîmenê herî zêde hatî temaşekirin.

Dimenê ku 9 deqe û 29 sanî ye, di dema dadgehkirina polîs Chauvin de jî weke belge hatibû nîşandan.

Frazierê ku wêne kişandî, par ji hêla rêxistina weje û mafên mirovan a “PEN America” ​​ve xelata wêrekiyê girtibû.

25’ê Gulana 2020’an, George Floyd yê Afro-Amerîkî li bajarê Minneapolis a Minnesota ya DYA dema ku bi gumana karanîna 20 $ ê sexte hatibû girtin û kuştin.

Back to top button