Şandeyek ji Reqayê serdana bajarê Minbicê kir

Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê û şêx û rûspiyên Reqayê serdana bajarê Minbicê kirin.

Şande bi şêx û rûspiyên Minbicê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê re civiya.

Şandeya Reqayê piştgiriya xwe ji bo şêniyên Minbicê û rêveberiya wê re anî ziman.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb di civînê de axivî..

Mihemed diyar kir ku hewldanên derxistina fitneyan di demên dawî de armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê..

Mihemed anî ziman ku bi saya hevgirtina rêveberî, eşîr, hêzên ewlehî û leşkerî ev hewldan hatin têkbirin û Minbicê niha di nava aramiyê de ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî axivî û mixabiniya xwe li ser bûyerên ku rû dane anî ziman.

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ew bi zelalî nêzî xwepêşanderan bûn û li daxwazên wan guhdar kirin û got:

“Me hin tedbîr girtin, em ê pêşniyar û daxwazên gel rakirin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku li van daxwazan binerin.

Back to top button