PAJK: PDK’ê bi helwesta xwe ya bi dagirkeran re xiyanetê li gelê xwe dike

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK’ê destnîşan kir ku helwesta PDK’ê a piştgiriya bi dagirkeran re tê wateya xiyaneta li gelê xwe, lewra divê dev ji vê rola xwe ya şerm berde.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê destnîşan kir ku di demekê de ku dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistanê talan û wêran dike, PDK’ê bi dijminê Kurd re bûye yek, polîtîkaya şer dişopîne û çeperên şer amadedike, ev tev jî tê wateya xiyaneta li gelê xwe.

PAJK’ê got;

“Artêşa Tirk li ber gerîlayên Kurdistanê ketiye çiravê, tevî vê jî PDK li rex dagirkeran sekinî ye, lewra divê PDK dev ji vê rola xwe ya bê şerm berde.”

PAJK: Jin wê li dijî dagirkeriyê têkoşînê mezintir bike

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê diyar kir ku gel dikare vê rêveçûna xeternak a PDK’ê ku rê li ber topyekûn û rabûna gel vedike, têk bibe.

PAJK’ê îşaret bi rola ku dikeve ser milê jinan de kir û anî ziman ku

jin wê irsrara azadiya xwe bi bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkerî û hişmendiya mêr a serwer zêdetir mezin bike. Nirxên azadiya jinê, nirxên Kurdistanê û nirxên mirovî yên gerdûnî ne. Ji derveyî vê siyaseta navendî ya PDK’ê ya ‘xeta sor’ ji xetê derketine.

PAJK: Li derdora yekîtiya neteweyî bibin yek, hebûna xwe jî biparêzin

Koordînasyona PAJK’ê teqez kir ku dem dema berxwedana li dijî dagirkerî û mezinkirina têkoşînê ye, hê bi bandortir vîna xwe nîşandan e.

PAJK’ê bang li her kesî kir ku li derdora yekîtiya neteweyî bibin yek, têkoşîna civakî mezin bikin, hebûna xwe biparêzin û şerê azadiyê bi teqez serbixin.

Her wiha bang li jinên ku di Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî de cih girtine de, sekna xwe ya dîrokî raber bikin.

Back to top button