Ebdulkerîm Omer: PDK’ê pêşwaziya qatilên gelê me dike û nûnerên me digire

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku desthilata PDK’ê nûnerên “Îtîlafa Sûriyê” ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e pêşwazî dike û nûnerên Rêveberiya Xweser digire.

Li ser girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser yên li Hewlêrê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkrîm Ûmer ji Ajansa Hawar’ê re axivî.

Ebdulkrîm Omer ji PDK’ê xwest ku weke hêzên kurdî bi hevre alîkar bin û got:

“Pêwîst e hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê di aliyê siyasî û têkiliyên doplomatîk ên navdewletî de bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin.

Li şûna derxistina astengiyan weke hêzên kurdî em di her alî de bi hev re alîkar bin.

Divê PDK bi rola xwe ya pêşxistian diyalogên “kurdî-kurdî” rabe, nebe asteng.

Lê mixabin, îro nûnerên me û nûnerên PYD’ê tên girtin, tevî ku bi awayekî rewa, li Başûrê Kurdistanê tu kiryarên derqanûnî ne kirine.”

Back to top button