Xerîb Hiso: Şerê birakujiyê ji êrişên Tirkiyê xetertir e

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso li ser girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê diyar kirin ku PDK heya qirikê ketiye nava qirêjiya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dide meşandin.

Di heman mijarî de Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî balkişand li ser hewildanênên PDK’ê yên derxistina şerê birakujiyê û got:

“Divê PDK’ê planên dewleta Tirk a dagirker û xeteriya wî ya li ser Kurdan bibîne.

Nekeve xefika Tirkiyê, nebe sedema şerê birakujiyê, ji ber ku şerê birakujiyê ji êrişên Tirkiyê xetertir e.

Eşkere ye Tirkiyê xwest hêz partiyên kurdî li hev bide şerkirin û destkeftiyên kurdan ji holê rake.”

Di dawiyê de Hevserokan bi yek helwestê bang li PDK’ê kirin da li kêleka dijmin nesekine û li dijî şerê birakujiyê tê bikoşin.

Back to top button