Mihemed El-Beldawî: Bêdengiya Iraqê nîşaneya hevarkiya digel tirkiyê ye

Parlamanterê Hevbendiya El-Fetih ya li Parlemantoya Iraqê Mihemed El-Beldawî û Parlementerê Fraksiyana Yekgirtû li Parlementoya Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember êrîşan rexne kirin û diyar kir ku ev yek nîşaneya hevkariyeke mezin a bi Enqerayê re ye.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re bertek roj bi roj zêdetir dibin.

Parlamanterê Hevbendiya El-Fetih ya li Parlemantoya Iraqê Mihemed El-Beldawî da zanîn ku bêdengiya hikumet Bexdayê nîşaneya hevkariyeke mezin a bi Enqerayê re ye.

Mihemed El-Beldawî diyar kir ku divê hikûmeta Irqê ji bo serweriya xwe li dijî êrîşên Tirkiyê yên herêma Başûrê Kurdistanê xwedî helwest be.

Ebobekir Helednî: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê bilez bicive

Her wiha Parlementerê Fraksiyana Yekgirtû li Parlementoya Herêma Kurdistanê Ebobekir Helednî jî li dijî dagirkeriya tirkiyê daxwaze civînek awarte kir.

Ebubekir dazanîn ku li gor yasaya Başûrê Kurdistanê di şert û mertên awarte de parlemento mecbûre bi awayekî lezgîn bicive.

Parlementerê Fraksiyana Yekgirtû bang li PDK’ê û PKK’ê kir ku pirsgirêka xwe bi diyalogê çareser bikin, da ku şerê navxweyî rûnede.

Partiya Parêzgaranî Kurdistanê: Berjewendiya ti aliyan di şer de nîne

Serokê Partiya Parêzgaranî Kurdistanê Necat Omer Axa Surçî jî li ser aloziyên li Başûrê Kurdistanê hene daxuyaniyek da.

Necat Omer Axa Surçî ragihand ku şer di berjewendiyên ti aliyan de nîne û wê tenê ziyanê bigihîne gelê Kurd û sûdê bide dijmim.

Serokê Partiya Parêzgaranî Kurdistanê Necat Omer Axa Surçî bang li PDK û PKK’ê kir ku bi riya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û got ku her aliyê ku ji bo guftûgoyê neamadebe berpirsê rewşê ye.

Rojnamevanên başûrê Kurdistanê: Divê PDK bersivê bide banga Karayilan a diyalogê

Her wiha welatî û rojnamevanên başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya Tirkiyê axivîn.

Rojnaemevan Hêmin Mamend balkişand li ser banga Murad Karayilan a diyalogê û got.

“Divê PDK guh bide bangê Karayilan, PKK şerê birakujî naxwaze, lê xuyaye PDK dixwaze şerê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê pêşxistin, pêk bîne.”

Welatiyê bi navê Omer Derweş jî anî ziman ku PDK ji bo şerê birakujiyê ferman ji Enqerê girtiye, ji ber wî wiqas di şer de israr dike.

Der barê heman mijarê de jî Kakayêyên Helebcê jî êrîş û talana Tirkiyê şermezar kirin û bang rayedaran kirin ku xwedî helwest bin.

https://rojnews.news/ku/yen-din/seroke-partiya-parezgarani-kurdistane-ser-di-berjewendiyen-ti-aliyan-de-nine/

Back to top button