PDK bi fermana Tirkiyê “Şandeyên Aştiyê” binçav dike

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi fermana Tirkiyeya dagirker, şandeyên ku têne herêmê binçav dike û xebat wan jî asteng dike.
Pişît binçavkirina Hakan Taş û endamên Şandeya Aştiyê, endamên Hevpeymaniya Navdewletî jî li Balafirxaneya Hewlêrê binçav kirin. 

Li Başûrê Kurdistanê hewldanên rêgirtina li ber şerekî naxweyî û çareserkirina aloziya navbera hêzên Kurdî, tên astengkirin.

Parlamenterê Partiya Çep a Alamanyayê Hakan Taş pêr li Balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve nêzî 15-16 saetan binçavkirî ma, piştre hat berdan.

Hakan Taş ji Roj Newsê re diyar kir ku ewlehiyê li balafirxaneyê 2 caran pê re lêpirsîn kir û şîdeta derûnî meşand û niha ji hêla wan ve tê şopandin.

Piştî Taş, Serokê Giştî yê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Demîr Çelîk û 6 kesên din ên ku xwest biçin herêmê, li Balafirgeha Hewlêrê hatin binçavkirin 12 jî hatin vegerandin.

Ajansa Roj Newsê karî xwe bigihîne Demîr Çelîk û der barê mijarê de agahî jê wergirtin.

Demîr Çelîl got:

“Me xwest digel aliyên siyasî yên Başûrê hevdîtinan pêk bînin. Dema em gihaştin balafirgeha Hewlêrê, ji me re gotin: ‘hûn bi armanceke nepaqij hatine vir. Em nahêlin hûn biçin Hewlêr û bajarên din’. Piştî lêpirsînê, 12 kes paşde hatin vegerandin, lê em 5 Kurdistanî li wir man.”

Li gorî agahiyan, Çelîk û grûpa pê re, li dijî bêmafiya PDK’ê dest bi greva birçîbûnê kiriye û heya niha der barê wan de, ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Di çarçoveyê de, endamên Şandeya Aştiyê yên ku xwest ji Almanyayê berî bidin Başûrê Kurdistanê jî, ji hêla hikûmeta Almanî ve hatin astengkirin.

Li ser vê, Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş anî ziman ku;

“Me bi armanca rakirina nakokiyan ji navbera hêzên Kurdistanî, xwest biçin Hewlêrê. Lê mixabin, hikûmeta Almanî rê li ber me girt, çimkî naxwaze digel Tirkiyê bazirganiya xwe ya firotina çekan xera bike.”

Piştî van bûyer û geşedanan, PDK’yê vê carê li Balafirxaneya Hewlêrê endamên Hevpeymaniya Navdewletî jî binçav kirin.

Li gorî çavkaniya, Serokê Komisyona Lêkolînan Endî Formot û Serokê Komisyona Peywendiyên Navdewletî yê Ofîsa Brûkselê ya Rêxistina Hevpeymaniya Navdewletî Ezîz Osman, çer ku gihaştine balafirxaneyê hatine binçavkirin.

Li gorî heman çavkaniya; Ewleiya Hewlêrê ji wan re gotiye ew di vê demê de rê nadin ti şandeyên biyanî ku der barê şer û aloziyan li herêmê de, lêkolînan bikin.

Rêxistina Hevpeymaniya Navdewletî jî ji aliyê xwe ve, ev nûçe piştrast kir û destnîşan kir ew ê daxuyaniyeke berfireh di vê derbarê de biweşîne.

Back to top button