Sîhanok Dîbo: NATO dê xetên xwe yên sor diyar bike

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo têkildarî lûtkeya NATO’yê ya 29. destnîşan kir ku NATO niha xetên xwe yên sor diyar dike. Dîbo anî ziman ku gelek dosyayên dewleta Tirk di lûtkeyê de wê neyên pejirandin.

29. lûtkeya NATO’yê dê sibe li Brukselê bê lidarxistin û tê payîn di vê lûtkeyê de stratejiyên nû werin diyarkirin û di naveroka NATO’yê de guhertin pêk werin.

Beriya NATO’yê, ji bo girtina hin tawîz anku piştgiriya dewletan, Tirk ketiye nava hewldanan.

Berî çend rojan bi fermana Erdogan bi lez û bez şandeyek şandin Lîbyayê.

Bi awayekî lez rêkirina şandeyekê ji bo Lîbyayê û hevdîtinên bi dewletan re wekî encama tengbûna dewleta Tirk hat şîrovekirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo derbarê lûtkeya NATO’yê de anî ziman ku di navbera koalîsyona NATO’yê de xetên stûr hene ku ber bi xwenûjvekirinê ve diçin.

Her wiha dê NATO’yê xetên xwe yên sor diyar bike.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê di vê demê de wê siyaseta wan gelekî nêzî hev be, gavan bi hev re biavêjin û pirsgirêkên li pêşiya xwe wê bi hev re derbas bikin.”

Sîhanok Dîbo: Di lûtkeyê de dê gelek dosyayên Tirkiyê neyên pejirandin

Dîbo destnîşan kir ku dê di vê lûtkeyê de gelek tiştên Tirkiyê neyên pejirandin û got:

“Êdî Ewropa û Amerîka bêguman gefxwarina penaberan, tekiliyên Tirkiyê bi DAIŞ, El- Nûsra, mijara S-400 jî wê qebûl nekin.

Her wiha dosyayên derbarê Sûrî, Misir, Deryaya Spî de dê heman nêzîkatiyên Tirkiyê qebûl nekin.

Eger astengî ji aliye dewleta Tirk derbikeve bêguman wê helwestekî nû li pêşiya Tirkiyê jî derbikeve.”

Endamê Desteya Hevserokatiya MSDê Sîhanok Dîbo diyar kir ku wê Tirkiye nema li ser Osmaniya nû berdewam bike û dema dayîna biryarên li dijî dewleta Tirk hatiye.

Back to top button