Dagirkeran navneda navçeya Til Rifetê topbaran kir

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê, navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, mîna her roj topbaran kir . 

Dagirkeriya Tirk îro seat 12:00’an de, navenda navçeya Til Rifetê da ber topan.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, ji ber topbaranê zirar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Topbaran li ser navçeyê demekê berdewam dikir.

Di topbaran li ser gundê Aqîbe zarokek birîndara bû

Şevê din jî dagirkeran, gundên Şêrewa, Şehbayê û derdora kampa Vegerê ya li gundê Ziyaret ku koçberên Efrîna dagirkirî lê dimînin, kirin armanc.

Hat ragihandin ku di topbarana li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê de zarokê bi navê Îsa Mihemed Îsa (12) di serê xwe de birîndar bû.

Back to top button