Artêşa Tirk li navçeya Pîranê ya Amedê agir berda daristanê

Artêşa Tirk li navçeya Pîranê ya Amedê agir berda qadê û destûrê nadin ku kes agir vemirîne û şewat jî fireh dibe.

Şewata ku li bejahiya Pirêjman a navçeya Pîranê ya Amedê 1’ê hezîranê piştî operasyonê dest pê kir dewam dike.

Hat ragihandin, şewata ku li Çiyayê Gorsê kêm bûye hîn jî li hin deveran dewam dike.

Şewatê beşeke mezin a çiyê şewitand.

Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk nahêlin ku şêniyên herêmê şewatê vemirîne.

Leşkeran gefa lêpirsînê li arkujan xwarin ên ku dixwestin şewatê vemirînin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku leşkeran têkildarî herêma ku şewat lê heye gotine, “Herêma terorîstan e, bila bişewite.”

Şêniyan ragihandin ku şewata li derdora navçeya Pîranê dewam dike, ji bo negihêje navçeya Miyaran a Xarpêtê bi makîneyên kar xendek hatine kolandin.

Lê belê ev yek jî nekariye li pêşiya şewatê bibe asteng.

Şêniyên taxê diyar kirin ku leşkeran bi zanebûn agir berdane herêmê û şewatê ji ber bombardûmanê rû daye.

Back to top button