Di topbarana li ser navenda bajarê Efrînê de 21kes hatin kuştin

Duh navenda bajarê Efrînê hat topbarankirin, di encamê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 jî birîndar bûn.
Têkildarî vê êrîşê QSD’ê ragihand ku ti tikêliya wan bi êrîşê nîne û da zanîn ti hêzên wan li wê herêmê tune ye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî êrîş şermezar kir.

Duh ber êvarî navenda bajarê Efînê bi mûşekan hat topbarankirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hejmara kuştiyan di encamê topbarana de gihêşt 21 kesî.

Hat diyar kirin ji wan 21 kesên hatin kuştin, di nav de 5 jin û 2 zarok 19 sivîl in û 4 çeteyên ji koma bi navê Silêman Şah in, û 23 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, hêzên hikumeta Şamê ji nuqteyên xwe yên li derdorî gundên Ziyara û Bênê, nexweşxaniyek li bajarê Efrînê topbaran kir.

QSD: Nûçeyên ku dibêjin hêzên me Efrîn topbaran kiriye ne rast in

Têkildarî êrîşa li ser bajarê Efrînê Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand nûçeyên dibêjin QSD’ê ev êrîş pêk aniye ne rast in.

QSD’ê diyar kir ku hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê belav dikin û tekez kir ev nûçe ne rast in û hêzên wan li wan herêman tune ne.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku di belavkirina nûçeyên derbarê hêzên QSD’ê de baldar bin.

Mezlûm Ebdî: Em êrîşa li ser nexweşxaneyê şermezar dikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê bi peyamekê şermezar kir.

Ebdî li ser hesabê xwe yê twîterê got:

“Ti têkiliya hêzên me bi vê êrîşa li ser nexweşaneyê tune ye û em wê şermezar dikin.

Armancgirtina nexweşxaneyan derveyî qanûnên navdewletî ye.”

Back to top button