Qahîra: Divê Tirkiye dûrî hewildanên bêaramkirina Misirê bikeve

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şûkrî diyar kir ku pêşveçûna têkiliyên di navbera Misir û Enqerê de bi şertê ku Tirkiyê dûrî hewldanên bêistiqrara welat bikeve.

Samih Şûkrî eşkere kir ku Qahîra bi hin siyasetên ku xizmeta aramiya herêmê nakin, bi acndeya dewleta Tirk re rû bi rû ye.

Şûkrî diyar kir ku pejirandina Tirkiyê ji hin daxwazên Misrê re dê zehmetiyan ji holê rake.

Şûkrî piştrast kir ku divê dewleta Tirk dûrî hewldanên bêistiqrara Misirê ya hundirîn û derve bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şûkrî anî ziman ku bendewariyên wan ji tirkiyê hene û got:

Ger daxwazên heyî ji aliyê Tirkiyê ve li ber çavan were girtin, wê bikarin zehmetiyên heyî derbas bikin.

Back to top button