Artêşa Tirk a dagirker careke din navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro careke din navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê, topbaran kir

Dagirkeriya Tirk îro seat 4:00’an, navenda navçeya Til Rifetê careke din da ber topan.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, ji ber topbaranê zirar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Topbaran li ser navçeyê heta demekê berdewam dikir.

Di topbarana li ser gundê Aqîbê de zarokek birîndara bû

Şevê din jî dagirkeran, gundên Şêrewa, Şehbayê û derdora kampa Vegerê ya li gundê Ziyaret ku koçberên Efrîna dagirkirî lê dimînin, kirin armanc.

Hat ragihandin ku di topbarana li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê de zarokê bi navê Îsa Mihemed Îsa yê 12 salî ji serê xwe ve birîndar bû.

Dewleta Tirk agir bi erdên çandiniyê yê Girkê Legê xist

Li aliyekî din jî dewleta Tirk agir berda erdên çandiniyê ên gundê Aliyan, Delavê Kera yên Girkê Legê..

Di encamê de nêzî 10 donim erd hate şewitandin.

Her wiha gule avêtin pezê şêniyan û 4 mih kuştin.

Li gundê Dêra Zorê mayinek di zarokekî de teqiya

Her wiha îro li gundê El-Şenan ê rojhilatê Dêrazorê mayinek teqiya.

Di encamê de zarokê 11 salî yê bi navê Omer El-Sedûn El-Mihemed birîndar bû.

Li gorî bijîşkan, rewşa Omer başe.

Back to top button