Balafrên şer yên dewleta deverea Pisder ya bi ser Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û hat zanîn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Balafirên şer ên dewleta Tirk li herêma bajaroka Pişder a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombebaran kir.
Derbarê mijarê Rêveberê bajarok Helşo Bekir Weysî agahî dan.
Helşo Bekir Weysî got ku balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Kanî Lan ê bajaroka Pîşderê, di saet 13.20’an de wesayîtek curê Toyota ya sivîlan bombebaran kir.
Bekir Weysî eşkere kir ku di bombebaranê de 4 kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê bajaroka Helşo Bekir Weysî anî ziman ku herêm ne herêmek leşkerî ye, lê cihê sivîlan e û eşkere kir ku ji bo diyarkirina nasnameya kesên jiyana xwe ji dest da komîteyek ava kirine.