Ji navçeya Bilbilê ya Efrînê 2 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Bilbilê du sivîl revandin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan bi bihaneyên ne-rast du sivîl ji gundê Qeregulê yê navçeyê Bilbilê revandin.

Çeteyan beriya mehekê şêniyên bi navê Henan Mihemud Umer 39 salî û Qenber Elî Mecîd 38 salî revandin.

Li gorî rêxsitinê, bi armanca standina peryan her du sivîl hatin revandin, heya niha jî çarenûsa wan nediyar in.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, ji destpêka meha Hezîranê û heya niha 28 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Back to top button