Şêniyên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê meşiyan

Piştî herêma Cizîrê, Li Kobanê jî “Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê” pêk hat. Bi deh hezeran şêniyên herêma Firatê beşdarî meşê bûn û êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Her wiha di meşê de bang li hemû gel û hêzên Kurd hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi çalakiyan tê şermezar kirin.

Bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê” îro bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla daketin qadan.

Bi hezaran kes, ji bo ku tevlî mîtîngê bibin, ji bajarên herêma Firatê ber bi Kobanê ve bi rê ketin.

Girseya gel ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û ber bi Qada Aşîtiyê ve dest bi meşê kirin.

Meş li qada Aştiyê ya bajarê Kobanê veguherî mîtîngê û gelek axaftin hatin kirin.

Di mîtînga ‘Meşa Rûmetê’ ya Kobanê de banga piştgiriya berxwedana gerîlayan û rêgirtina li ber şerê birakujiyê ku dewleta Tirk dixwaze derxe, hate kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û diyar kir ku ji sedan salan ve gelê Kurd bi berxwedaneke mezin şerê faşîzma dewleta Tirk dike. Bila her kes bizane ku herêmên Kurdistanê bi saya gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê tên parastin.

Şêniyên herêma Firatê bang li hêzên kurdistanî kir ku helwesta xwe li dijî dagirkeriyê nîşan bidin û yekitiya hêzên kurdî pêk bînin.

Saziya olî li Kobanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Li aliyekî din, Saziya olî ya herêma Firatê li Kobanê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de, êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û gerîlayan şermezar kirin.

Saziya olî bang li gelê kurd kirin ku li himberî dagirkeran yek dest bin.

Back to top button