Li Şehbayê bi deh hezaran êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Ne tenê li Kobanê, li Şehbayê jî gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê meşiyan.. Meş bi pêşengtiya Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Rêveberiya Şehbayê pêk hat.. Meş ji navçeya Fafîn heta kampa serdemê dewam kir û bi hezaran şênî tevli bûn.. Şêniyan di meşê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê kir.

Back to top button