Berî civîna NATO, kî ji topbarankirina Efrînê sûdmend e?

Komkujiya Efrîn..Rûsya, Tirkiyê û QSD

Agahiya Çeteyan hebû

Hikûmeta Şamê pêk aniye.

Kî di vê demê de sûdê ji topbarana li ser bajarê Efrînê digire.

Nexweşxaneya Avrîn a ku Dewleta Tirk navê “Şîfai” lê kiriye, ji sala 2018’an ve cara duyem tê topbarankirin.

Weke her carê, Tirkiyê yekser Hêzên Sûriya Demokratîk tewanbar kirin, lê belê QSD’ê belgeyên nû eşkere kirin.

Tê de, piştrast dibe ku, berî pêkanîna komkujiya ku 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûne, agahiyên komên çete yên dewleta Tirk hebûn.

Li gorî dezgeheke wan a bi navê “Şam” fermandarekî çeteyan berî topbaranê gotibû “Wê nexweşxane were armanckirin”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî destnîşan kir ku “Armanckirina nexweşxaneyan binpêkirina qanûna navdewletî ye” û “tu têkliya QSD’ê pê re tune ye”

Her wekî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan dibêje ku “Artêşa Hikûmeta Şamê ev komkujî pêk aniye”

Ev êrîş berî civîna NATO pêk hatiye û dê du hevdîtin him di navbera Putîn-Biden û Erdogan-Biden de çêbibin..

Li gorî çavdêran, ev êrîş nameyeke Rûsyayê ji bo Tirkiyê ye bi taybet ku bi hevdîtina Amerîka û Tirkiyê, wê peymanên Rûsî û Tirkî bikevin metirsiyê.

Lê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku, “Rûsya agahiyên pêkanîna topbaranê daye Tirkiyê û komkujî bi hevkariya herdû aliyan çêbûye” û ev jî tê wateya hişyarîkirina Tirkiyê.

Li aliyê din ê gundewarê Heleb û Idlib jî, Rûsya û Hikûmeta Şamê ev çend roj in deverên komên çete topbaran dikin û fişareke mezin li ser Tirkiyê tê kirin.

Di navbera welatên li herêmê xuya ye nakokî çêdibin û Tirkiyê ya herî zêde di nava vê tevliheviyê de ye, lê di heman demê de, sivîl dibin qurbanê vê siyastê û peymanên navdewletî..

Efrîn jî ne cara yekê dibe qurbana van bazaran…

Back to top button