ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 133’AN DE YE

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê ku dewam dike berfireh dibe.
Li navçeya Xaneqînê şêniyê bi navê Nehro dest bi greva birçîbûnê kir.
Her weha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî 16 girtiyên ji doza PJAK’ê dest bi grevê kirin.
Û dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê jî bang li jin û ciwanan kir ku xwedî li çalakgeran derkevin.

Berxwedana li dijî tecrîdê ya li başûrê Kurdistanê dewam dike û berfereh dibe.

Çalakiya Nasir Yagiz a li Nûnertiya HPD’ê ya li Hewlêrê 133 rojin tevî rewşa giran dewam dike.

Hem wextî wê greva bê dem û bi dorveger jî ji aliyê koma 66’an tê domandin.

ÇALAKIYA FEDÎLE TOK DI ROJA 73’AN DE YE

Çalakiya bi heman armancê a li Mexmûrê jî di roja 108’an ji aliyê koma 36’an ve ku ji 16 kesan pêk tê ve lidare.

Berxwedana Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî ku di 20’ê Çile de hatibû destpêkirin di roja 73’an de ye.

Li Silêmaniyê jî ji bo şikandina tecrîdê greva dorveger dewam dike.

Çalakî li Komeleya Karkerên Mezopotamya di roja xwe ya 110’an de ye û ji aliyê koma 55’an ve didome.

Parêzer û çalakvana civaka sivîl Siruşt Helebceyî serdana çalakvanên li Silêmaniyê kir û piştevaniya xwe anî ziman.

HERÊM MEHMÛD: HETA RAKIRINA TECRÎDÊ ÇALAKÎ DEWAM DIKE

Berxwedana endizyar Herêm Mehmûd ku li navçeya Kelar a Germiyan daye destpêkirin di roja xwe ya 38’an de ye.

Mehmûd diyar kir ku laşê wî lewaz bûye, lê moralê wî bilinde.

Herêm Mehmûd teqez kir ku heta şikandina tecrîdê wê çalakiya xwe bidomîne.

Di heman demê de çalakiya Şeyma Ednan 31 û ya Gulebax Celal jî di roja 17’an de ye.

Çalakiya berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî jî di roja 4’an de ye.

Hisên Kerkûkî diyar kir , Ne rêber APO û ne jî çalakgerên greva birçîbênê bi tenê ne.

Şandeyekî ji Eniya Demokrasiya Gel Hisên Kerkûkî kir û piştevaniya xwe nîşan da.

ŞÊNIYÊ JI XANEQÎNÊ NEHRO XANEQÎNÎ JÎ DEST BI GREVÊ KIR

Berxwedana li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin li başûrê Kurdistanê berfereh dibe.

Bi vê armancê şêniyê bi Nehro Xaneqînî yê ji navçeya Xaneqînê jî dest bi greva birçîbûnê kir.

Nehro Xaneqînî bang li xelkê Xaneqînê kir ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan û xwedî li grevên birçîbûnê derkevin.

16 GIRTIYÊN JI DOZA PJAK’Ê LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ KETIN GREVÊ

Berxwedana bi armanca şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî dest pêkir.

Li gorî agahiyan 16 girtiyên ji doza PJAK’ê li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine.

Dayîkên aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji bo çalakvanên di grevên birçîbûnê de anîn ziman.

Dayikan bang li jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

Leave a Reply

Back to top button