(HRE) LI MARE ÇETEYÊN DEWLETA TIRK KIRIN HEDEF

Li dijî dagirkeriya artêşa tirk û çeteyên wê Hêzên Rizgariya Efrînê rojane çalakiyên bi bandor lidar dixin.
Herî dawî Hêzên rizgariyê di li herêma Mare çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin hedef.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya li Mare daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da;

Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Efrînê û derdora wê lidar xistin.

Li gorî vê;

1’ê Nîsanê Hêzên Rizgariyê çalakiyek li dijî erebeyeke leşkerî ya koma çete a bi navê Cebhet El Şamiye ku li derdora gundê Tuwês ya herêma Mare lidar xistin.

Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button