Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol 29 Tîrmehê li Qamişloyê li dar dikeve

Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5. berdewam in û îsal wê gelek weşanxane tev lê bibin.

Pêşangeha Pirtûkan dê bi slogana “Pirtûk rehjena jiyanê ye” 29’ê Tîrmehê li Navenda Mihemed Şêxo li Qamişloyê were vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji salên borî firehtir tê organîzekirin.

Li gorî çavdêrên pêşangehê gelek weşanxane ji gelek dewletên Ereban, ji her çar parçeyên Kurdistanê tev lê dibin û tê payîn 8 rojan bidome.

Li ser amadekariyên pêşengehê, cîgira Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen ev agahî dan.

Îsal wê tevlêbûn zêdetir be.

Wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê, ji gelek beşên Kurdistanê û ji dewletên Ereb gelek weşanxane cih di pêşangehê de bigirin.

Em hêvî dikin îsal ev pêşengeh li ser asta Rojhilata Navîn be.

Weşanxane ji Şam, Lubnan, Misir, Tûnis, Iraq û Îmaratê soz dane tevlî pêşangehê bibin.

Heta niha 25 weşanxaneyên ji derveyî herêmê bi rêya wekîl, sazî û pirtûkxaneyan tev li pêşangehê dibin.

Derî hîna li pêşiya weşanxaneyan vekiriye û 15 Hezîranê roja dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyên tevlêbûnê hat diyarkirin.

Back to top button