HPG: Li girê Misto yê Şirnexê leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin

Artêşa Tirk ya dagirker li başûr û bakurê Kurdistanê ji ber çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwe û rojane windahiyan dide. HPG’ê diyar kir li herêma Botanê û Metîna 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. HPG’ê da zanîn berxwedana li Girê Zendûra a Metîna bi îradeyek ji pola dewam dike û hat gotin artêşa Tirk li dijî berxwedana gerîla ku têk diçe gazên kîmyawî bikartîne û cih û warên sivîlan bombebaran dike.

Gerîlayên HPG’ê li herêma Botanê û herêma Metîna derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li herêma Besta li dijî dagirkeran çalakî hatine lidarxistin û ev agahî parve kir,

“11’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Misto yê ber gundê Navyana Şêxan yê Şirnexê bi du baskan çalakîyek hate lidarixstin. Di encama vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerekî dagirker hat kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker li qadên Girê Mizgevtê, Girê Mêrûya, Girê Misto, Kaniya Maran û Deşta Parê yên bi ser herêma Bestayê bi armanca dagirkirinê rêyên leşkerî çê dike. Divê ti kes di van xebatên bi armanca dagirkeriyê de cihê xwe negire.”

HPG: Berxwedan li Girê Zendûra bi îradeye ji pola ya apocî dewam dike

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê jî li leşkerên Tirk yên dagirker xistiye.

“9’ê Hezîranê Girê Zendûra 4 caran bi balafirên şer hate bombebaran kirin. Ji 10 heta 12’ê Hezîranê li ser Girê Zendûra di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Dagirker tevî êrîş û teknîka xwe jî nikaribûn bikevin çeperên şer. Roja 12′ Hezîranê dagirkeran li tûnelên şer teqînên mezin kirin û paşê jî gazên kîmyawî bikaranîn. Tevî êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk jî berxwedana hevalên me ya li Girê Zendûra bi îradeyeke pola ya Apocî dewam dike.”

HPG’ê diyar kir 12’ê Hezîranê li derdora gundê Êzidî li dijî dagirkerên ku di nava tevgerê de bûn çalakiyeke sûîqastê hate kirin. Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi zanebûn cih û warên gelê başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Hat diyar kirin 13’ê Hezîranê Girê Zendûra û malên welatiyên gundê Hirorê û Kela Qumriyê yên li herêma Metîna; qada Werxelê ya herêma Avaşînê û qada Ciloyê Piçûk yê herêma Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hate bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye lê bax û bexçeyên gundiyan zirar dîtine.

Back to top button