Şandeyeke Iraqê serdana Wargeha Mexmûrê kir

Şandeyek ji Wezareta Koç û Koçberan û rayedarên ewlekariyê ya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşan serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir.

Şande li avahiya NY bi berpirsên Wargeha Mexmûrê re hevdîtin pêk anî.

Endamên şandeyê diyar kir ku armanca serdana wan lêkolînkirina êrîşên li ser wargehê û çareserkirina pirsgirêkên wê ye.

Şandeya Mexmûrê jî, derbarê rewşa wargehê û şêniyên wê, sedema koçberbûnê û êrîşên li ser wargehê de agahî dan û daxwazên wargehê pêşkêş kirin.

Şandeya Mexmûrê destnîşan kir ku NY û hikûmeta Iraqê li gorî yasayan tevnagerin û xwestin ku erka xwe bi cîh bînin.

Endamên şandeya Bexdayê diyar kirin ku ew ê daxwazên şêniyên wargehê bi cihên pêwendîdar re parve bikin.

Şandeyê destnîşan kir ji bo ku li pêşiya êrîşan were girtin, ew ê li ser riyên çareseriyê û tedbîrên ewlekariyê rawestin.

Şandeyê her wiha li cihê êrîşa dawî ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû, lêkolîn kir.

Back to top button