ÊŞKENCEYA LI ÎMRALÎ – SERLÊDANA PARÊZERAN CARA 803’AN HAT REDKIRIN

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin cara 803’yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan careke din jî hate redkirin.

Parêzerên Rêber Ocalan Raziya Turgut,

Serbay Koklu, Ibrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç,

ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 803’yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdana parêzeran cara 803’an hate redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Ocalan miwekîlên xwe bibînin û tecrîdeke giran li ser Ocalan hatiye danîn.

29’ê Adarê Malbata Rêber Ocalan û hersê girtiyên din yên Îmraliyê jî serlêdan kiribûn.

Serlêdana malbatan jî wek her carê bi rengekî kêfî hate redkirin.

Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an û 12’ê Çileya 2019’an hevdîtineke kin bi rêber Ocalan re pêk anîbû.

Leave a Reply

Back to top button