Ziona Chana yê ku xwedî malbata herî mezin a cîhanê bû jiyana xwe ji dest da

Ziona Chana ku li Hindistanê 38 hevjîn û 94 zarokên xwe hene, wekî malbata herî mezin a cîhanê tê zanîn.
Bi qasî 181 endamên mala Chana hene. Chana di temenê xwe yê 76 salî de koça dawî kir.

Ziona Chana yê li eyaleta Mizoram a Hindistanê dijî, tê texmînkirin ku xwediyê malbata herî mezin a cîhanê ye.

Serokwezîrê eyaleta Mizoram Zoramthanga di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de sersaxî ji malbata Chana re, ku hevjînê 38 jin û bavê 94 zarokan e xwest.

Hate hînbûn ku Chana yê ku nexweşiya şekir û tansiyonê pêre hebû, piştî ku tenduristiya wê xirab bû rakirin nexweşxanê.

Tevî hemû hewildanên bizîşkan jî Chana şevê din koça dawî kir.

Her çend di derbarê Chana xwedan malbata herî mezin a cîhanê de daneyek diyar tune, lê hejmara giştî ya endamên malbatê jî nediyar e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, malbata Chana ku 33 neviyên wê hene, tê texmîn kirin ku ji 181 kesan pêk tê.

Jiyana malbata Chana û jimara zêde ya endamên malbatê hertim bala geştiyaran ji bo herêmê dikişand.

Malbat li gundê Baktawng Tlangnuam di xaniyek 4 qatî de ku 100 odeyê wê hene, dimînin.

Li gorî medyaya herêmî, hevjînên wî dema razanê li odeyên kêleka wî dirazan.

Ziona Chana di sala 1945’an de jidayîk bû.

Di 17 saliya xwe de bi hevjîna xwe ya yekem ku temenê xwe 3 salan jê yê wê biçûktir bû zewicî.

Back to top button